AGIR BI BAXÇEYÊ HEWSELÊ KET! DÛMAN JI HEMÛ HÊLÊN BAJÊR VE XUYA KIR
Agir bi Baxçeyên Hevselê yên Amedê ket. Li Baxçeyên Hevselê ku di Lîsteya Mîrateya Çandê ya Cîhanê ya UNESCOyê de ye, li navçeya Sûrê danê nîvro ji ber sedemeke nedîyar şewat derket.
Agir bi Baxçeyên Hevselê yên Amedê ket. Li Baxçeyên Hevselê ku di Lîsteya Mîrateya Çandê ya Cîhanê ya UNESCOyê de ye, li navçeya Sûrê danê nîvro ji ber sedemeke nedîyar şewat derket.
Li ser agahdarkirinê ekîbên îtfaîye û polês sewqê herêmê bûn. Bi mudaxeleya ekîban agir di demeke kurt de hat kontrolkirin. Li herêmê xebatên sarkirinê dewam kirin û ji gelek noqteyên bajêr ve dûman hat dîtin. Ji bo tespîtkirina sedema şewatê lêkolîn hat destpêkirin.