Li pergala belgeya tomara edlî (ASBS) 12 zimanên din lê hat zêdekirin lê zimanê Kurdî dîsa di nav de tune ye.
Li pergala belgeya tomara edlî (ASBS) 12 zimanên din lê hat zêdekirin lê zimanê Kurdî dîsa di nav de tune ye.
Li gor hatîye ragihandin, ji îro û pê ve belgeya tomara edlî ji yekîneyên tomara edlî yên serdozgerîyên komarê, ji nûneratîyên derveyê welat û li ser sîstema e-Devletê bi 40 zimanan tên dayîn.
Di nav zimanan de nebûna zimanê kurdî pir bal kişand.
Li gor agahîyan, jibo ku bi zimanên Derî, Farsî û Ûrdûyî jî xizmet bê dayîn kar û xebatên teknîkî yên wezaretê berdewam in.