Li Bismilê zarokê ketibû Çemê Dîcleyê, jîyana xwe ji dest da.
Li gor agahîyan li taxa Dîcleyê ya navçeya Bismilê ya Amedê, zarokê 9 salî, ket nava çem û di ber avê çû.
Li ser agahdarkirinê hêzên AFAD, tenduristî, agirtef û cenderme sewqê cihê bûyerê bûn. Di encama lêgerînê de cenazeyê zarok hat dîtin. Cenaze ji bo otopsîyê rakirin Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê. Derbarê bûyerê de lêkolîn hat destpêkirin.