Li Amedê zarokek 5 salî ev 10 roj e ji ber 'xerabûna tevgerê' nikare here dibistanê. Zaroka bi navê A.R.E. ku li Amedê dijî û di 3 salîya xwe de teşhîsa otîzmê jê re hat dayîn, par dest bi kreşê kir.
Dayîka zarokê Hurîye E., îdîa kir ku hem rêveberîya dibistanê hem jî mamosteya polê bi hinceta "xirabîya tevgerê nîşan dide" û "tundî li ser hevsalên xwe pêk tîne" xwestine ku kurê wê neşînin dibistanê.
Hurîye E., dîyar kir ku wan bi daxwaznameyekê hem serî li rêveberîya dibistanê û hem jî ji Midûrîyeta Perwerdehîya Neteweyî ya Bajarê dane û wiha got: "Ez dixwazim dibistan an jî pola kurê min bê guhertin.
Rayedarên Midûrîyeta Perwerdehîya Neteweyî îdîayan red kir û wiha daxuyand, “malbat li ber xwe dide ku nebin Navenda Rêbertî û Lêkolînê."