ZANÎNGEHA DÎCLEYÊ Û ŞAREDARÎYA AMEDÊ PROTOKOLA HEVKARÎYÊ ÎMZE KIRIN
Bi hevkarîya Zanîngeha Dîcleyê û Şaredarîya Bajarê Amedê, li ser projeya “perwerdeya ragihandinê, zimanê bedenê, kontrolkirina hêrsê û birêvebirina krîzê” ji bo ajokarên siwareyên giştî protokola hevkarîyê hat îmzekirin.

Protokol ji alîyê Rektorê Zanîngeha Dîcleyê Prof. Dr. Mehmet Karakoç û Sekreterê Giştî yê Şaredarîya Bajarê Amedê Abdullah Çîftçî ve hat îmzekirin. Di çarçoveya protokola îmzekirî de hat dîyarkirin ku ajokarên otobus, mînîbus û teksîyan ên ku di Serokatîya Daîreya Veguhastinê ya Şaredarîya Bajarê Amedê de dixebitin, wê bi teknîkên ragihandinê yên bi bandor û perwerdehîya birêvebirina hêrsê bên dayîn.