YEKITIYA TABÎBÊN TIRK: DI QANÛNA ME DE TETBÎQKIRINA QEYÛM TUNE YE
Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB) der barê doza ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ve ji bo betalkirina Konseya Navendî ya Yekitiya Tabîbên Tirk TTB’ê hatiye vekirin de daxuyaniyek da.
Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB) der barê doza ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ve ji bo betalkirina Konseya Navendî ya Yekitiya Tabîbên Tirk TTB’ê hatiye vekirin de daxuyaniyek da. Di daxuyaniya Yekitiya Tabîbên Tirk de wiha hat gotin; “Di rêziknameya madeyê de derbarê pêvajoya ji kar avêtina lijneya hilbijartî wê çawa bimeşe de sererastkirina pêwist hatiye kirin. Di Qanûna Yekitiya Tabîbên Tirk de tetbîqkirina qeyûmê an jî sepandineke mîna wê tune ye. Her wiha di dosyaya ku ji aliyê dozgerê lêpirsînê dimeşîne de daxwazeke bi vî rengî tune ye û ji ber şert û mercên qanûnê îhtîmala serlêdanê jî tune ye”