Xwendekara zanîngehê di hemama wargeha KYK'ê ya ku lê dima de, bi awayek gumanbar mirî hat dîtin.
Elîf Coşkun a xwendekara pola yekem a di Beşa Tenduristîya Dev û Diranan a Dibistana Pîşeyî ya Xizmetên Tenduristîyê ya Zanîngeha Samsûn Ondokuz Mayisê de dixwîne li hemama wargeha Munevver Ayaşli ya ku lê dima, daleqandî hat dîtin.
Dema xwendekarên ku Coşkun di hemamê de dîtin rewş ji rêveberên zanîngehê re ragihandin. Li ser agahdarkirinê polês û ekîbên tenduristîyê sewqê cîhê bûyerê bûn û cenazeyê keça ciwan birin morgê.
Malbata Coşkun ku li Çorumê dijîn, piştê agahîya mirina keça wan, ji bo cenazeyê keça xwe wergirin, çûn Samsunê. Hat îdîakirin ku Coşkun xwe kuştîye. Polêsan derbarê bûyerê de lêpirsîn dan destpêkirin.