Li Amedê Nobeda Edaletê ya ku bi daxwaza berdana nexweş û girtîyên ku tehlîyeya wan hatiye taloqkirin dest pê kirîbû, di roja 176'an de berdewam dike.
Li Amedê Nobeda Edaletê ya ku bi daxwaza berdana nexweş û girtîyên ku tehlîyeya wan hatiye taloqkirin dest pê kirîbû, di roja 176'an de berdewam dike. Xizmên girtîyan, li ber Girtîgeha Girtî ya Tîpa D ya Amedê hatin cem hev. Xizmên girtîyan bi sernavê "Bila dengê me bê bihîstin, em dev ji têkoşînê bernadin" daxuyanî dan. Nûnerên MED TUHAD-FED, TUAY-DER, MEBYA-DER, OHD, HDP û DBP'ê beşdarî daxuyanîyê bûn. Di daxuyanîyê de xizma girtîyan Nazîme Boltan axivî û dîyarkir ku ew 6 meh in nobeda edaletê digirin. Boltan wiha got; “Me hê edalet nedîtiye. Bila zarokên me tedawîyê bibînin. Zarokên me ne baş in. Em naxwazin tabûtên zarokên xwe bigirin."