Li navçeya Baglar a Amedê, xezûrek, dema ku zavayê wî nimêj dikir bi çekê guleyan berra wî da.
Bûyer di saetên şevê de li gundê Alatosun ê navçeya Baglarê qewimî. Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin, ku tê îdîakirin ji ber pirsgirêka nava malbatê, xezûrek, dema ku zavayê wî nimêj dikir bi çeke 4 caran berra serê wî û laşe wî da û zava bi awayek giran birîndar bû. Zavayê ku bi giranî birîndar bû ji alîyê xizmên wî ve rakirin nexweşxaneyê, digel hemû mudaxeleyan jîyana xwe ji dest da. Tîmên cendirme li cîhê bûyerê lêkolînan kirin û ji bo ku xezûrê ku revîya ye bê girtin, xebatên lêgerînê hat destpêkirin.