XEBATKARÊN LI NEXWEŞXANEYÊN AMEDÊ WÊ BI ZORÊ BÊN TEQAWÎD KIRIN
Hat ragihandin ku di çarçoveya teşwîqên EYTyê de personelên bi peyman hatine girtin an jî paşê ji bo personelên daîmî yên ku li nexweşxaneyên Amedê yên girêdayê Wezareta Tenduristîyê dixebitin, wê bi zorê teqawîd bibin.
Di nameya ku ji Walîtîya Amedê hatîye şandin de hat dîyarkirin ku ji xebatkarên beşa otomasyon, ewlekarî û paqijîyê yên li Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Eyyûbî, Nexweşxaneya Jineolojî û Zarokan û li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Amedê dixebitin, kesên ku rojên kar û temenên wan ji sala 2024an pê ve temam kirine, piştê bikaranîna mafê betlaneyê, wê bi zorê bên teqawîd kirin