XEBATA DERBARÊ QEDRO DAYÎNA JI BO 90 HEZAR PERSONELAN TEMAM BÛ
Wezîrê Ewlehî, Civakî û Xebatê Vedat Bîlgîn li Enqerê pirsên rojnamevanan a derbarê rojevê de bersivand.
Bîlgîn derbarê personelên bipeyman a li dewletê dixebitin tayînkirina wan a qedroyê de wiha got: “Qedro dayîna ji bo personelên bipeyman di rojeva Lijneya Wezîran de nehat rojevê. Me amadehîyên xwe kir, xebatên me yên derbarê vê mijarê de temam bûn. Piştî Serokomar jî nirxandina xwe bike em ê encamê bi raya giştî re belav bikin.”