Abdulrezak ê 68 salî ku tê texmînkirin di Dîcleyê de winda bûye, 5 roj e lê tê gerandin.
Lêgerîna welatîyê ku tê texmînkirin di ava Dîcle ya Amedê de winda bûye, 5 roj e berdewam dike.
Xizmên Abdulrezak Kiliç ê 68 salî ku di 8'ê Çileyê de li Taxa Hantepe ya navçeya Yenîşehîrê ji bo bi xizmê xwe re hevdîtinê bike ji mala xwe derketibû, carek din ti agahî jê nehat girtin.
Piştê ku xizmên wî rewş ji rayedaran re ragihandin, xebatên lêgerînê yên ji bo dîtina Kiliç berdewam dike. Ekîban li qada bi kevir a çem xebatên xwe bi noqê avê didomînin.