Rêxistina Tenduristîyê ya Cîhanê (WHO) rapora xwe ya nûvekirina epîdemîolojîk a li ser bûyerên Covid-19 eşkere kir.
Rêxistina Tenduristîyê ya Cîhanê (WHO) rapora xwe ya nûvekirina epîdemîolojîk a li ser bûyerên Covid-19 eşkere kir.
Rêxistinê ragihand ku di meha Tebaxê de li gor meha borî ji sedî 38 zêdebûnek di bûyerên Covid-19an de heye û li seranserê cîhanê zêdetirî mîlyonek û 400 hezar bûyer hatine ragihandin. Tê gotin ku bûyerên hatine ragihandin ji ber kêmbûna ceribandin û raporkirina gerdûnî, rêjeyên enfeksîyonê rast nîşan nadin.
Li gor daneyên Rêxistina Tenduristîyê ya Cîhanê (WHO), li tevahîya cîhanê zêdetirî 770 mîlyon bûyerên Covid-19 û 6 mîlyon 956 hezar mirina ji ber şewba koronayê hatine ragihandin.