Rêveberê Herêmî yê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) Hans Kluge ji bo Ewropayê got ku ev zivistan ji bo bi mîlyonan Ukraynîyan xeternak e.
Rêveberê Herêmî yê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) Hans Kluge ji bo Ewropayê got ku ev zivistan ji bo bi mîlyonan Ukraynîyan xeternak e. Her wiha Kluge got, "Pergala tenduristiyê ya Ukraynayê bi rojên xwe yên herî tarî re rû bi rû ye. Ji ber êrîşan bi sedan nexweşxane û saziyên tenduristiyê êdî bi temamî naxebitin. Di tesîsan de sotemenî, av û ceyran ji bo hewcedariyên bingehîn tune ne. Dibe ku zêdetirî 2-3 mîlyon mirov neçar bimînin ku koç bikin.