WHO ragihand ku li Filistînê 427 êrîşên li ser xizmetên tenduristîyê hatine belgekirin.
Rêxistina Tenduristîyê ya Cîhanê (WHO) ragihand ku li Filistînê 427 êrîşên li ser xizmetên tenduristîyê hatine belgekirin.
Di nivîsa WHO ya li ser platforma medyaya civakî X ê de wiha hat gotin, "WHO di navbera 7ê cotmehê û 28ê mijdarê de 427 êrîşên li ser xizmetên tenduristîyê yên li herêmên Filistînê hat bi delîlan qeyd kir. Di encama êrîşan de 566 kes hat kuştin û 758 kes jî birîndar bûn.”
Di daxuyanîyê de hat dîyarkirin ku ji van êrîşan 203 êrîş li Gazeyê û 224 jî li Şerîeya Rojava ya ku di bin dagirkerîyê de ye hatine kirin. Di daxuyanîyê hat gotin ku divê xizmetên tenduristîyê û sivîlan bi awayekî aktîf bên parastin.