Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Mahmut Ozer, daxuyand ku wê di bin banê wezaretê de 5 hezar karmend bên îstîhdam kirin.
Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Mahmut Ozer, daxuyand ku wê di bin banê wezaretê de 5 hezar karmend bên îstîhdam kirin.
Wezîr Ozer, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî da.
Ozer dîyar kir ku 5 hezar karmend yên bi peyman wê bên îstihdamkirin û destnîşan kir ku di serî de wê li bajarên herêma felaketê bên wezîfedarkirin.
250 xebatkarên buroyê û 4 parêzer jî, wê ji bo Teşkîlata Navendî ya Wezareta Perwerdeya Neteweyî bên wezîfedarkirin.
Di rêxistina bajêr de jî 4 hezar xebatkarên buroyê, 100 endezyar, 125 dîyetisyen, 500 hemşîre û 21 parêzer wê bên xebitandin.
Salname û şertên serîlêdanê yên ji bo wergirtina karmendan wê di rojên pêş de werin eşkere kirin.