Wezîra Malbat û Xizmetên Civakî Derya Yanik, derbarê zarokên ku piştê erdhêja Mereşê bêkes man e de daxuyanî da.
Wezîra Malbat û Xizmetên Civakî Derya Yanik, derbarê zarokên ku piştê erdhêja Mereşê bêkes man e de daxuyanî da.
Wezîr Yanik wiha got, "Niha hezar û 362 zarokên me yên bêkes, qeydkirî ne. Ji van zarokan 369 zarok piştî ku malbatên wan hatin teşhîskirin û tespît kirin, radestî malbatên wan hatin kirin." Yanîk diyar kir ku heta niha nasnameyên 291 zarokan nehatine tespîtkirin û wiha got: "Heke nasnameya wan neyên zanîn wê xebatên tespîtkirina nasnameyan berdewam bike. Malbat û xizmên wan jî hebin kesên ku karibin li zarokên me xwedî derkevin û çavdêriyê bikin wê zarok ji wan re bên radest kirin. Wezîr Yanik, derbarê pergala malbatên xwedîkar de jî wiha got: "Ne mimkûn e ku em bêyî tespîtkirina nasnameya zarokan, heta ku em bang li malbatên wan nekin û malbatên wan nebînin, gavan bavêjin."