Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Yûsûf Tekîn, derbarê Ezmûna Pêngava Mamostetîyê de wiha got, "Ez rast nabînim ku mamosteyan bi ezmûnê binirxînim."
Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Yûsûf Tekîn, derbarê Ezmûna Pêngava Mamostetîyê de wiha got, "Ez rast nabînim ku mamosteyan bi ezmûnê binirxînim."
Wezîr Tekîn di daxuyanîya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî da dîyar kir ku ji bo çareserîya dawîn a vê mijarê, ew li benda biryara Dadgeha Destûra Bingehîn in û wiha got, "Lêbelê ji bo ezmûna bê, di demeke kurt de em plansazîyeke biçûk dikin.
Ger em ezmûnê wek berê pêk bînin wê ev ezmûne bibe xwedî barek aborî. Her wiha, "Ez rast nabînim ku mamosteyekî bi kêmanî 10 sal ezmûna xwe bi testê binirxîne.
Ji ber vê yekê em ê di hefteya pêş de formulek ku me li ser vê mijarê amade kirîye bi we re parve bikin.”