Walîyê Amedê û qeyûmê Şaredarîya Bajarê Amedê Alî Îhsan Sû, di çarçoveya çalakîyên Muharremê de, li welatîyan aşûre belav kir.
Walîyê Amedê û qeyûmê Şaredarîya Bajarê Amedê Alî Îhsan Sû, di çarçoveya çalakîyên Muharremê de, li welatîyan aşûre belav kir.
Serokatîya Xizmetên Civakî ya Şaredarîya Bajarê Amedê, bi minasebeta "Roja Aşûreyê" li Mizgefta Selahaddîn Eyyûbî bernameyek lidarxist.
Walî Sû û Sekreterê Giştî yê Şaredarîya Bajêr Abdûllah Çîftçî, piştê nimêja înê aşûre li hemwelatîyan belav kir. Walî Sû yê ku meha Muharremê li welatîyan pîroz kir, dîyar kir ku ev roj rojên taybet in ku hestên yekîtî û bihevrebûnê zêde dibin.