Di derbarê bûyera ku leşkeran demeke dirêj di dema binçavkirina li Başkale ya Wanê de gule berdan hewayê, ji alîyê Walîtîya Wanê ve daxuyanî hat dayîn.
Di derbarê bûyera ku leşkeran demeke dirêj di dema binçavkirina li Başkale ya Wanê de gule berdan hewayê, ji alîyê Walîtîya Wanê ve daxuyanî hat dayîn.
Walîtîya Wanê di derbarê li Taxa Xaşkan a navçeya Başkaleyê, li ser binçavkirina welatîyê bi navê M.E.A yê ku di derbarê wî de biryara lêgerînê heye, leşkeran bi deqeyan gule li hewayê reşandin û li jinan xistin de daxuyanî da. Di daxuyanîya Walîtîya Wanê de wiha hat gotin; “Bûyer di operasyona ku ji bo girtina gumanbarekî hat lidarxistin de qewimî. Di dema binçavkirina M.E.A de piştê ku ji alîyê xizmên wî ve kevir avêtin siwareyên cendirmeyan, ekîbên cendirmeyê gule berdan hewayê û welatî belav kirin. Gumanbar ji alîyê meqamên edlî ve hat girtin.”