Walîtîya Amedê ragihand ku derbarê Qeymeqamê Pasûrê de ku meleyekî derb kirîye, lêpirsîna edlî û îdarî hatîye destpêkirin.
Walîtîya Amedê ragihand ku derbarê Qeymeqamê Pasûrê de ku meleyekî derb kirîye, lêpirsîna edlî û îdarî hatîye destpêkirin.
Hat îdîakirin ku Qeymeqamê Pasûrê piştê nimêja înê li mizgeftê mele derb kirîye. Midûrîyeta Mîl-Dîyanet Sen'ê bertek nîşanê bûyeran da û got, "Ritbe û meqamê wan çi dibe bila bibe, tu kes nikare ji memûrekî dewletê û memûrekî olî re çêr bike û lê bixe.
Em li cem karmendên xwe yên olî ne.” Di daxuyanîya ku ji alîyê Walîtîya Amedê ve hat dayîn de wiha hat gotin: "Derbarê bûyera ku di hin sazîyên çapemenîyê de tê îdîakirin ku di navbera Qeymeqamê Pasûrê û meleyekî mizgeftê de yê ku li navçeyê dixebitî qewimîye de, lêpirsîna edlî û îdarî hat destpêkirin."