Mamosteyê ku bi Biryarnameyên di Hukmê Qanûnê de ji kar hatibû dûrxistin heta sala 9999'an ketina pergala înternetê ya ÖSYM'ê lêhatîye astengkirin. Ercan Başar ku di 8'ê Sibata 2012'an de li Wanê dest bi mamostetiya polê kir, bi hinceta parvekirinên xwe yên li ser medyaya civakî di sala 2015'an de hem lêpirsîna îdarî û hem jî doz li wî hatibû vekirin. Di sala 2017’an de bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de ji wezîfeya xwe hate dûrxistin. Di 24ê Gulana 2022an de derbarê wî de biryara beraetê hat dayîn.
Piştê encama dozê Başar xwest têkeve pergala ÖSYM'ê, lê di ekrana sereke de bi peyameke wiha ecêb re hat rû hev, "Heta 31.12.9999'an têketina pergala ÖSYM'ê ji te re hatiye astengkirin.” Başar, diyar kir ku tişta ku hatiye kirin zilm û neheqîyeke mezin e û wiha got: "Ez parazvanê mafên mirovan im. Biryara astengkirina me ya ÖSYM'ê bi pêşdarazî ye. Ez nafikirim ku ev xeletiyek sîstemî ye. Heta sala 9999'an astengkirin tê çi wateyê? Wê kî bijî heta 9999?"
RSS
Twitter
Facebook
Youtube
Google+
Instagram
KİME ÇALIŞAN GAZETECİLER?
Soyan kim?
Güç zehirlenmesi
Diyarbakır’da kavşak karmaşası
Bu kışın ayazı çok olacak
DEDAŞ halktan ne istiyor? Bunun adı zulüm…
Reyting uğruna kimse bunu yapmamalı…
Söylemeden olmaz, Afganistan’da ki gerçek
Bu nasıl bir kurumsallık
Umut ahlaki bir sorumluluk
Bu vahşet değil de nedir?
Aşı tercih değil, toplumsal sorumluluk