Tirkîye û Misirê peywendîyên dîplomatîk ên di navbera her du welatan de anîn asta sefaretxaneyê.
Tirkîye û Misirê peywendîyên dîplomatîk ên di navbera her du welatan de anîn asta sefaretxaneyê.
Tirkîyê Balyozê Qahîreyê Salih Mutlu Şen wek namzed nîşan da.
Der barê mijarê de Wezareta Karên Derve daxuyanîyek da.
Komara Tirkîyê û Komara Erebî ya Misirê radigihînin ku peywendîyên dîplomatîk ên her du welatan gihîştine asta vekirina sefaretxaneyan.
Tirkîyê ji bo sefîrtîya Qahîreyê Salîh Mûtlû Şen û Misrê jî Amr Elhamamy wek sefîrê Enqereyê destnîşan kirin.
Li gor biryara serokên her du welatan bilindkirina asta têkilîyên dîplomatîk ên di navbera her du welatan de ketîye pratîkê.
Armanca vê pêngavê ji nû ve asayîkirina têkilîyên her du welatan e û îradeya hevpar a pêşxistina têkilîyên dualî li gor berjewendîyên gelên Tirkîye û Misirê nîşan dide.