Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Tirkîyeyê (Turk-Îş) ragihand ku lêçûna xwarinê ya malbateke 4 kesî, ji sedî 9,31 zêde bûye.
Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Tirkîyeyê (Turk-Îş) ragihand ku lêçûna xwarinê ya malbateke 4 kesî, ji sedî 9,31 zêde bûye.
Li gor daneyên Turk-Îşê, lêçûna xwarinê ya malbateke 4 kesî ya li Enqereyê di meha Hezîranê de ji sedî 9,31 zêde bû. Zêdebûna salane jî, bû ji sedî 84,04.
Li gor daneyên Türk-Îş'ê di meha Îlonê de sînorê birçîbûnê ya malbateke 4 kes bûye 13 hezar û 334 lîre û xeta xizanîyê jî bûye 43 hezar û 433 lîre.
Li gor lêkolînê lêçûna jîyanê ya karmendekî tenê bûye 17 hezar û 336 lîre.
Di daxuyanîyê de her wiha hat gotin, "Di polîtîkaya dahatê de tişta sereke ku divê were sepandin ew e ku dahat ji asta enflasyonê ya rast zêdetir bibe."