Daneyên enflasyonê yên Koma Lêkolînê ya Enflasyonê (ENAG) ku ji aliyê akademîsyen û aborînasan ve bi awayekî serbixwe hatîye avakirin û daneyên Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) yên meha Çileyê ji hev cuda hatin eşkerekirin.

Li gor daneyên TUÎKê di meha Çileyê de enflasyona salane bû ji sedî 57,68. Rêjeya zêdebûna mehane jî bû ji sedî 6,65. Li gorî ENAG'ê jî enflasyon li gor salekê bû ji sedî 121,62. Enflasyon di meha Çileyê de li gor meha berê ji sedî 9,26 zêde bûye. Piştê daneyên ku hatin eşkerekirin hemwelatiyan diyar kirin ku li gor TUÎKê meaş hatin zêdekirin, lê bihabûna bazarê herî kêm wek daneyên ENAGê ye.