Daneyên Koma Lêkolînê ya Enflasyonê (ENAG) ku ji alîyê akademîsyen û aborînasan ve wek serbixwe hatîye avakirin, Endeksa Bihayê Serfkaran ya meha Gulanê û Sazîya Îstatîstîkê ya Tirkîyeyê (TUÎK) ji hev cuda hatin eşkerekirin.

ENAG “Endeksa Bihayê Serfkaran ya meha Gulanê ji sedî 7,35 zêde bû, di 12 mehên dawîn de jî, ji sedî 109,01 zêde bû. Rêjeya enflasyonê ya mehên Çile-Gulanê ji sedî 38,96 bû. Li alîyê din TUÎKê jî rêjeyên dawîn wiha eşkere kir, “Endeksa Bihayê Serfkaran ya meha Gulanê ji sedî 0,04 zêde bû. Enflasyona salane daket ji sedî 39,59.”