Yekitîya Tabîbên Tirk (TTB) ragihand ku li Edene û Semsûrê 2 bijîşkan xwe kuştin e
Yekitîya Tabîbên Tirk (TTB) ragihand ku li Edene û Semsûrê 2 bijîşkan xwe kuştin e. TTB’ê di daxuyanîya xwe ya li ser hesabê xwe yê fermî yê medyaya civakî de, bal kişand ser xwekuştina 2 bijîjkên ciwan û wiha hate gotin, “Îro em hîn bûn ku du hevalên me yên ciwan jîyana xwe ji dest dane.
Ji ber windakirina Dr. Rûmeysa Keleş a li Fakulteya Tipê ya li Zanîngeha Edeneyê û Eren Özkara yê li Semsûrê wek alîkarê bijîjk wezîfedar bû, windakirina em xemgîn in. Em ji malbat, xizm û sazîyên tenduristîyê yên hevrêyên xwe yên winda re sersaxîyê û sebrê dixwazin.
Em qebûl nakin ku pîşeya bijîjkî û hawîrdora tenduristîyê ji ber gelek sedeman wek qeyrana aborî, bêewlehî, şert û mercên giran û ne ewle yên xebatê, zextên îdarî û tundîya di tenduristîyê de girtî bin! Em bang li hemû hevrêyên xwe dikin ku ji bo mafê keda xwe têbikoşin.”