Li Dîlok û Mêrdînê ji bo 2 qadên petrolê lîsansa lêgerîna petrolê ji Saziya Petrolê ya Tirkiyeyê (TPAO) re hat dayîn.
Biryarên Wezareta Enerjî û Çavkaniyên Siruştî ya Midûriyeta Giştî ya Karûbarên Maden û Petrolê yên di derbarê mafê petrolê de di Rojnameya Fermî de hatin weşandin.
Li gorî vê ji Saziya Petrolê ya Tirkiyeyê (TPAO) re li Dîlokê 15 hezar û 409 hektar û li Mêrdînê jî 61 hezar û 497 hektar lîsansa lêgerîna petrolê ji bo 5 salan hat dayîn.