Îdareya Avakirina Xanîyan TOKÎ, dîyar kir ku hatîye tesbîtkirin ku bi navê TOKÎyê sextekarî û hewldanên sextekarîyê tên kirin.
Îdareya Avakirina Xanîyan TOKÎ, dîyar kir ku hatîye tesbîtkirin ku bi navê TOKÎyê sextekarî û hewldanên sextekarîyê tên kirin.
Di daxuyanîya nivîskî ya TOKÎyê de wiha hat ragihandin, “Komkirina serîlêdan, îmzekirina peyman, veguheztin, radestkirin, kiryaran û hwd., danûstandinên niştecîhên ku ji hêla rêveberîya me ve ji bo firotanê têne pêşkêş kirin, tenê ji hêla şaxên destûrdar ên banqeyên Halk û Zîraatê tên kirin. Bi rêya hesabên şexsî û taybet nayê kirin. Ji ber vê yekê divê kes an kesên ku bi rêya telefonan pereyan daxwaz dikin, îtîbar û bawerî pê neyê kirin."