Li Amedê di têketina nav bajêr de TIRek qelibî, di encamê de 2 kes birîndar bûn.
Li Amedê di têketina nav bajêr de TIRek qelibî, di encamê de 2 kes birîndar bûn.
Qeza, danê sibê li ser rêya Amed-Rihayê qewimî. Li gor agahîyan, TIRa ku kapeka garis lê bakirî bû ji Dîlokê ber bi Amedê ve dihat, ajokar kontrola dîreksîyon ji dest berda û qelibî.
Di encama qezayê de ajokar û alîkarê pê re birîndar bûn. Bi tonan kapeka Misrê li ser rê belav bû. Derbarê qezayê de lêkolîn hat dest pê kirin.