Nûnerên pêkhateyên Tifaqa Ked û Azadîyê piştî hilbijartinê cara ewil e li hev civîyan. Piştî hilbijartinên 14-28’ê Gulanê nûnerên pêkhateyên Tifaqa Ked û Azadîyê li Navenda Giştî ya HDP’ê civîna ewil li dar dixin.

Hevberdevk, hevserok û serokên partîyên pêkhateyan tev li civînê nebûn. Nûnerên HDP, Partîya Karkerên Tirkîyeyê (TÎP), Partîya Kedê (EMEP), Partîya Tevgera Kedkaran (EHP), Partîya Azadîya Civakî (TOP), Partîya Çepên Kesk û Federasyona Meclisên Sosyalîst (SMF) tev li civînê bûn.
Li gor nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, tê payîn ku di civînê de pêvajoya hilbijartinê û geşedanên piştê wê bên nirxandin û plansazîya pêşerojê ya tifaqê were gotûbêj kirin.