Rêhewayên Tirkîyeyê (THY) daxuyand ku ji ber şert û mercên nebaş ên hewayê yên ku tê texmîn kirin wê li Stenbolê bibandor bin, di 5 û 6ê sibatê de bi tevahî 238 seferên ji Balafirgeha Stenbolê betal kirin.

Di daxuyanîya Navenda Çapemenîyê ya Rêhewayên Tirkîyeyê (THY) de wiha hat gotin, "Li Balafirgeha Stenbolê 238 seferên hatinûçûnê hatine betalkirin. Ji vana 72 seferên navxweyî û 166 sefer jî yên navneteweyî ne. Li gor guhertina rewşê dibe ku hejmara seferên betalkirî zêde bibe. Mêvanên me dikarin derbarê geşedanên rojane de agahî li ser ekranên me yên lêpirsîna firînê werbigirin."