Federasyona Futbolê ya Tirkîyeyê (TFF) di derbarê Serokê Amedsporê de lêpirsîn da destpêkirin.
Federasyona Futbolê ya Tirkîyeyê (TFF) di derbarê Serokê Amedsporê de lêpirsîn da destpêkirin. Bi îmzeya Alîkarê Serokê Lijneya Dîsîplînê ya Futbola Amator a TFF'ê Cafer Geyîk, ji Klûba Amedsporê re teblîxek hat şandin. Di teblîxê de hat dîyarkirin ku, Serokê Amedsporê Cahît Akin, di derbarê bûyerên ku li maça di navbera Tîmên Futbolê yên Jinan ên Amedspor û Fenerbahçeyê de qewimî de hevpeyvînek daye û ji ber vê hevpeyvînê, ji Cahît Akin, li gor hişyarîya xala 35’an a Telîmata Disîplînê ya Futbolê de, parastina Amedsporê hat xwestin. Di derbarê vê mijarê de hê ji Klûba Amedsporê ti daxuyanî nehatîye dayîn.