Ji alîyê Federasyona Futbolê ya Tirkîye (TFF) ve derbarê weşana maça ku Amedspor wê roja Yekşemê bilîze de daxuyanîyeke girîng hat dayîn
TFF'ê da zanîn ku pêşbirka Etimesgut Beledîyespor - Amedspor a ku wê 17'ê Adarê roja Yekşemê bê lîstin, wê li ser hesabê sazîyê yê Youtube'ê zindî bê weşandin.
TFF'ê di daxuyanîya xwe ya nivîskî ya li ser malpera xwe ya înternetê ya derbarê weşana maçên Lîga 2yemîn û Lîga 3yemîn da daxuyand ku di encama serketina weşana testê da hejmara maçên ku bi awayekî zindî tên weşandin bi biryara lîjneya rêvebir derket 10an.