Daneyên Weqfa Lêkolînên Polîtîkaya Aborî ya Tirkiyeyê (TEPAV) eşkere kir ku hejmara cotkaran daket 500 hezarî û ev asta herî kêm a salên dawî ye.
Daneyên Weqfa Lêkolînên Polîtîkaya Aborî ya Tirkiyeyê (TEPAV) eşkere kir ku hejmara cotkaran daket 500 hezarî û ev asta herî kêm a salên dawî ye. Li gor daneyên lêkolîna TEPAV'ê ku nîşan dide di Çileya 2022'an de hejmara cotkaran 75 hezar kêm bûye, tê gotin ku "Bi kêmbûna mijarê re hejmara cotkaran daket 493 hezarî." Di raporê de hate dîyarkirin ku; nebûna polîtîkaya hilberînê ya di berjewendîya cotkaran de, nebûna piştgirîyên çandinîyê û neçarbûna cotkar ji ber kelûpelên îthalkirî berhema xwe ya ku bi malîyeta zêde hildiberîne û bi xisareke mezin bifroşe ev rewş hemû zirarê didin çandinîyê.