Agahîyên derbarê telefonên ji bacê mûaf yên ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan berîya Hilbijartina Giştî ya 2023an soz dabû xwendekaran eşkere bûn.
Agahîyên derbarê telefonên ji bacê mûaf yên ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan berîya Hilbijartina Giştî ya 2023an soz dabû xwendekaran eşkere bûn.
Xwendekarên zanîngehê wê ji bo carekê, ji bacê mûaf bimînin û dikarin telefon û kompîturên bê bac bikirin.
Serokomar Erdogan berî niha derbarê mijarê wiha gotibû, "Em ê ji bo xort û ciwanên xwe yên di xwendina bilind de ji bo carekê ji bo bidestxistina telefonên destan û kompîturan ji bacê bêpar bihêlin, her wiha em ê her meh 10 GB înterneta belaş bidin."
Wezîrê Xezîne û Darayîyê Mehmet Şîmşek jî dîyar kir ku di vê mijarê de lêkolînek heye lê ew nikarin hûrgulîyan parve bikin.
7 milyon xwendekar ku di nav wan de xwendekarên zanîngeh, lîse û xwendekarên perwerdeya vekirî jî hene wê ji kampanyayê sûd werbigirin. Telefona bê bac wê telefonên li Tirkîyeyê tên hinardekirin be û wek sînordarkirî be were dayîn.