Wezareta Tenduristiyê tabloya du hefteyan a coronavirus eşkere kir.
Wezareta Tenduristiyê tabloya du hefteyan a coronavirus eşkere kir. Di hefteya 17-30ê cotmehê de li Tirkiyeyê 22 hezar û 887 kes bi koronayê ketine û 64 kesan jiyana xwe dest dan e. Hejmara nexweşên koronayê yên baş bûnin jî di du hefteyan de derket 23 hezar û 101an. Ji destpêka şewba vîrusê heta niha 16 milyon û 976 hezar û 729 kes bi vîrusê ketine, hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane jî bûye 101 hezar û 327 kes.