TÎŞORTA KU WÊNEYÊ DEMÎRTAŞ LI SER HATÎBÛ ÇAPKIRIN BÛ SEDEMA BINÇAVKIRINÊ
Li Wanê jineke ducanî û zaroka wê bi hinceta tîşortê ku li ser wêneyê Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Selahattîn Demîrtaş hebû li xwe kiribû, ji alîyê ekîbên polîsan ve hatin binçavkirin.
Li Wanê jineke ducanî û zaroka wê bi hinceta tîşortê ku li ser wêneyê Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Selahattîn Demîrtaş hebû li xwe kiribû, ji alîyê ekîbên polîsan ve hatin binçavkirin. Li gor agahîyên ku hatine wergirtin, komeke polîsan rê li zarok û dîya wî yên ku tîşorteke ku wêneyê Selahattin Demîrtaş li ser hatibû çapkirin li xwe kiribûn girtin. Polîsan ji ber tîşortê xwestin jin û zaroka wê binçav bikin. Hat ragihandin ku welatîyên herêmê jî piştgirî dane jina ducanî. Lê tevî vê yekê jî jin û zaroka wê ya navên wan nehat hînbûn û 6 welatîyên ku bertek nîşanî polîsan dan, hatin binçavkirin.