Li Amedê û bajarên Herêmê hişyarîya baran û şilîyê hat dayîn.
Li gor daneyên Navenda Texmîn û Hişyarîyê ya Herêma 15emîn a Meteorolojîyê ya Amedê, tê texmînkirin ku li Amedê û bajarên herêmê germa hewayê 2 pile heta 4 pile wê dakeve û ji xeynî rojavayê Rihayê wê ba rabe û wê birûsk vedin.
Tê pêşbînîkirin ku ba bi giranî ji alîyê başûr û rojava ve, û car caran jî ew ê nerm were.