Guhertinên rojane yên di buhayê neftê de berdewam dikin û hat dîyarkirin ku wê buhaya LPGyê jî zêde bibe.
Guherîna di buhayên petrola Brent û nirxê pereyên bîyanî de ku dibe sedema kêmbûn û zêdebûna neftê, didome.
Tê pêşbînîkirin ku ji 5ê Adarê pê ve bi 81 quriş buhayê LPGyê zêde bibe. Bi zêdebûnê re buhayê firotina LPGyê li Amedê wê nêzê 22 lîreyê bibe.
Li gor buhayên îro yên neftê yên Amedê, mazot bi 42 lîre û 35 quriş, benzîn bi 42 lîre û 15 quriş, LPG jî bi 20 lîre û 90 quriş tê firotin.