Hat dîyarkirin ku stasyonên bazê yên ku li navenda qadên jîyanê yên li Amedê tên bicihkirin, bûne sedema zêdebûna nexweşîyên penceşêrê û bandoreke neyînî li tenduristîya gel dike.
Hat dîyarkirin ku stasyonên bazê yên ku li navenda qadên jîyanê yên li Amedê tên bicihkirin, bûne sedema zêdebûna nexweşîyên penceşêrê û bandoreke neyînî li tenduristîya gel dike.
Hevserokê Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakî (SES) Şaxa Amedê Şîyar Guldîken, di derbarê mijarê de daxuyanî da û dîyarkir ku di encama lêkolîneke ku li Îsraîlê hat kirin de, li herêmên ku stasyonên bazê lê ne, bûyerên penceşêrê 3 qat zêdetir bûne û bal kişand ser bandora stasyonên bazê yên li ser tenduristîya mirovan. Guldiken anî ziman ku li Tirkîyeyê nêzê 50 hezar stasyonên bazê hene û wiha berdewam kir: “Li gorê herêma Tirkîyeyê û cihên sazkirina van, 50 hezar stasyonên bazê, her yek ji me li kêleka me stasyonek bingehîn heye. Ji ber vê yeke, tîrêjên elektromagnetîk û pêlên magnetîkî yên ku ji stasyonên bazê, bandoreke neyînî li me dike.”