Dadgeha Îstînafê biryara dadgeha herêmî ya derbarê êrîşên li ser kargehên malbata Şenyaşar de bi awayekê bingehîn betal kir.
Dadgeha Îstînafê biryara dadgeha herêmî ya derbarê êrîşên li ser kargehên malbata Şenyaşar de bi awayekê bingehîn betal kir.
Dadgehê cezayê ku li Fadil Şenyaşar hatiye birîn kêm dît û diyar kir ku divê dosyayên kargeh û nexweşxaneyê bi hev re bên kirin. Derbarê biryarê de parêzerê malbatê Bulent Dûran diyar kir ku biryara divê herdû doz bibin yek, biryareke rast e. Parêzerê malbatê Bulent Dûran, derbarê biryara cezayê ya li Fadil Şenayaşar hatiye birîn de jî wiha got, “Em vê yekê qebûl nakin. Di dîmenên nexweşxaneyê de jî diyar dibe ku Fadil Şenyaşar birayên xwe diparêze. Di xala 25'an a Qanûna Cezayê ya Tirk de tê gotin ku parastina xwe û parastina xizmên xwe mafê herkesî ye. Ev biryar nîşan dide ku bêhiqûqî derbarê serbestberdana Fadil Şenyaşar ku daxwaza herî mezin a malbata Şenyaşar e ku 642 roj in li ber Edliyeya Rihayê nobeda