Berdevkê Serokwezîrê Îsraîlê Ofîr Gendelman got ku ew ê niha destûrê nedin agirbesta li Gazeyê.
Gendelman dîyar kir ku agirbest wê derfetê bide Hamasê ku xwe ji nû ve kom bike û rehet bibe, lewma ew ê destûrê nedin.
Gendelman dîyar kir ku "Piştê wêrankirina Hamasê dibe ku agirbest çêbibe" û dîyar kir ku biryara agirbestê ya duh li Lîjneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî hatîye redkirin.
Gendelman, destnîşan kir ku Amrîka li hemberê zextên ji bo rawestandina şerê li dijî Hamasê li kêleka Tel Avîvê ye, lê di navbera her du welatan de hin nakokî hene û wiha got, "Lê belê em hêvî dikin ku di vê mijarê de bigihîjin têgihiştineke hevpar."