ÎSRAÎL, JI BO KU ŞER BI DAWÎ BIBE 2 ŞERT DA BER HAMASÊ
Îsraîl ku piştê agirbesta demkî ya li Şerîda Gazeyê bi dawî bû dîsa dest bi êrîşên xwe kir, ji bo bidawîkirina şer du şert pêşkeşê Hamasê kir.
Ofir Gendelman ku Berdevkê Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ye, dîyar kir ku êrîşên xwe yên li ser Gazeyê bi şertên Tevgera Berxwedana Fîlîstînê ya Hamas ku "teslîm bibe û girtîyên li Gazeyê bên berdan" dikarin bi dawî bikin.