Serokê Odeya Ziraetê ya Yenîşehîrê ya Amedê Suleyman Îskenderoglu, ji bo zevîyên li Amedê ku wek genim, ceh û nîsk tên çandin, hîşyarî da.
Serokê Odeya Ziraetê ya Yenîşehîrê ya Amedê Suleyman Îskenderoglu, ji bo zevîyên li Amedê ku wek genim, ceh û nîsk tên çandin, hîşyarî da.
Îskenderoglu ragihand ku çinîna nîskê dest pê kirîye û dîyarkir ku di salên borî de ji ber ziwabûnê, xurekên bingehîn kêm bûne. Îskenderoglu, bang li hemû Tirkîyeyê kir ku berhemên îsal hatine çandin bila nebin qurbanên şewatê û bang li kesên ku li nêzê zevîyan pîknîkê dikin ji bo îxtimala şewatê hîşyar kir. Îskenderoglu wiha got; "Ji siyasetmedaran bigire heta werzîşvanan ez bang li her kesê dikim. Kesên ku li nêzê zevîyan pîknîkê dikin bila hîşyar bikin. Dema ku keda salekê dişewite, her tişt winda dibe. Dema hilberîn dişewite, ewil ji bêrîka cotkaran derdikeve û dû re jî di bêrîkên xerîdaran derdikeve. Ger genimê me bişewite, her kes mexdûr dibe. Şewat, pêşeroja cotkar û aborîya welat xera dike.”