Li Amedê malbatek dema ji bo çûndina şînê de qeza kir û zarokek jîyana xwe ji dest da. Qeza serê sibê li ser rêya gundê Bûyûkkadi pêk hat.
Li Amedê malbatek dema ji bo çûndina şînê de qeza kir û zarokek jîyana xwe ji dest da. Qeza serê sibê li ser rêya gundê Bûyûkkadi pêk hat.
Siwareya ku Zekî K. Diajot, dema çûndina sersaxiya xizmekî xwe, ji ji kontrolê derket û qelibî. Di qezayê de ajokarê siwareyê, 3 zarok û 4 kesên di siwareyê de bûn birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê ekîbên tenduristîyê û cendirme sewqê cîhê bûyerê bûn. Piştê alîkarîya ewil birîndaran rakirin Nexweşxaneya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê û Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl û dermankirin. Ji birîndarên ku rakirin nexweşxaneyê Yunus Emre Kaçar ê 5 salî, tevî mudaxeleya bijîjkan jîyana xwe ji dest da.
Hat hînbûn ku jîyana zarokekê din jî di xetereyê de ye. Derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.