Rûniştina ewil a Ezmûna Sazîyên Perwerdehîya Bilind (2023-YKS) ya ku ji teref Navenda Hilbijartin û Bicîhkirinê ya Nirxandinê (ÖSYM) ve tê lidarxistin wê sibê bi beşdarîya 3 milyon û 527 hezar û 466 namzedên Ezmûna Kêmasîya Bingehîn (TYT) bê kirin.

Di TYTê de wê bi giştî 120 pirs ji namzedan bên pirsîn û 165 xulek jî wê dema bersivdayînê bê dayîn. Di rûniştina duyemîn a AYT'ê ya 18'ê Hezîranê roja Yekşemê demjimêr 10.15'an de wê 40 pirs bên kirin û 180 xulek wê dem bê dayîn.
Rûniştina sêyemîn û ya dawî ku wê heman rojê di demjimêr 15.45an de pêk were, bi 5 zimanan wê 80 pirs bên kirin û ji bo bersivdayînê jî wê 120 deqe bê dayîn. Berîya îmtîhanê 15 deqe derî wê bên girtin û ketina hundur a heywana îmtîhanê wê bi dawî bibe. Em wek malbata Amed Radio Tv ji hemû xwendekarên ku wê bikevin îmtîhanê re serketinê dixwazin.