Li gor hatîye bihîstin, îşev wê bihayê mazotê zêde bibe û bihayê LPGê jî wê kêm bibe.
Li gor hatîye bihîstin, îşev wê bihayê mazotê zêde bibe û bihayê LPGê jî wê kêm bibe.
Li gorî agahîyên ku ji çavkanîyên pîşesazîyê hatine wergirtin, ji îşev nîvê şevê û pê de wê 87 quruş zem li mazotê bibe.
Li Amedê niha mazot bi 25 lîre û 06 quruşan tê firotin, ji nîvê şevê pê ve ger zem bê ser wê bi 25 lîre û 93 quruşan bê firotin. Her wiha tê texmîn kirin ku wê di bihayê LPGê de 65 quruş erzanî pêk were.