Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Amerîkayê Joe Biden bi têlefonê axivîn.
Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Amerîkayê Joe Biden bi têlefonê axivîn.
Di axavtinan de mijarên wek di NATOyê da cihê Ukraynayê, endamtîya NATOyê ya Swêdê, teslîmkirina F-16an, pêvajoya tam endamîya Tirkîyeyê ya Yekîtîya Ewrûpayê hatin gotûbêj kirin.
Serokkomar Erdogan destnîşan kir ku ew dixwazin pêvajoya tam endamtîyê ya Yekîtîya Ewropayê xurt bikin û wiha got, "Em dixwazin di Civîna Vilniusê de welatên sereke yên Yekîtîya Ewrûpayê û pêşengên wan ji bo endamtîya Tirkîyeyê peyama piştgirîyeke eşkere û xurt bidin."