Serokatîya Bajar a Amedê ya Partîya Saadet, li Edlîyeya Amedê li dijî Îsraîlê serlêdana sûc kirin.
Partîya Saadet a ku piştê gilîyê sûc daxuyanî da çapemenîyê û wiha got: "Ev kiryar û çalakîyên dewleta terorê ya Îsraîlê qet nayên qebûlkirin.
Parêzer û aktîvîstê mafên mirovan Enes Akdemîr ê ku daxuyanî xwend wiha axivî: "Herêma Filistînê û Gazeyê careke din ji hewa û bejahîyê va ji alîyê dewleta terorê ya sîyonîst Îsraîl ve hat dorpêçkirin.
Bi hezaran sivîl bêyî hedef girtin ku di nav wan de zarok, jin û extîyar hene, şehîd bûne û tên şehîd kirin.
Ev kiryar û kiryarên dewleta terorîstî ya sîyonîst Îsraîl ku li ber çavê cîhanê ji sûcên şer dûr nakevin, qet nayên qebûlkirin.
Akdemîr, anî ziman ku wan derbarê Îsraîl de serlêdana sûc kirine û wiha dewam kir: “Me wek Serokatîya Bajar a Amedê ya Partîya Saadet li dijî Îsraîl û rayedarên wê serlêdana sûc kir.
Em ê mijarê bişopînin û biparêzin heta roja ku dewleta terorîst a Îsraîl, li dadgehên sûcên herêmî û navneteweyî bên darizandin û cezakirin."